Li Cizîrê gelek kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser gelek malan û bi tundî û heqaretê gelek kes destgîr kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser gelek malan û bi tundî û heqaretê gelek kes destgîr kirin.
Li taxên Cudî û Nûrê yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan serê sibehê avêt ser gelek malan.
Di encama serdegirtina malan de Serhat Çagli, Abîdîn Kuçuk, Mehmet Çagdavûl, Remzî Dadak û gelek kesên ku navê wan nehatin zanîn hatin destgîrkirin.
Kesên ku hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedemê destgîrkirinê nehate zanîn.
Di dema serdegirtina malekê de malbat dîmen digire. Di dîmen tê ditin ku polîs tundiyê li zarokan dikin û malbat jî li dijî vê derdikevin bertek nîşanî vê yekê didin. Malbata ku nêrazîbûn nîşan dide jî bi tundiya polîsan re rûbirû dimîne.