Li Bûrsayî BDP’yî hatin binçavkirin

Li Bûrsayî BDP’yî hatin binçavkirin

Tevî Endama MP (meclîsa partî) ya BDP’ê Ayla Yidirim, li Bûrsayê 8 kes hatin binçavkirin.

Li Bûrsayê di demjimêrênd serê sibê de polîsên Tirk li bajarê Tirkiye Bûrsayê bi ser malên Kurdan de girtin û tevî Endama MP’ya BDP’ê Ayla Yildirim, Zeynep Kanat, Dilşad Kanat, Selim Kaya û kesên bi navê Semiha û Ercan ên paşnavên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku li kargeh û malên van kesan lêgerîn tê kirin û hejmara kesên hatin binçavkirin 8 e.

Hat ragihandin ku biryar hatiye dayîn ku her 8 kes heta 24 saet temam nebin nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bînin û bi hinceta “li ser malperên parvekirina civakî sucê rêxistina KCK’ê kirine!”