Li navçeya Bornovaya Îzmîrê, bombeyên deng avêtin yurdek yê xwendekaran û 2 navendên kirîn û firotinê.
Duh şev di demjimêrên derdora 22’an de, li sê cihên cûda di navbera 10 deqîqeyan de 3 bombeyên deng yên cûda teqiyan. Di encama teqînan de demek kurt panîk derket, di teqînan de mirî û birîndar çênebûn. Bi bandoriya teqînê re camên yûrdê xwendekaran û navenda kirîn û firotê şkestin.