Li Bordeaûx û Nantesê faşîzma AKP’ê hat protestokirin

Li bajarên Bordeaûx û Nantesê yên Fransayê êrîşên qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê ku li dijî gelê Kurd dimeşîne hat protestokirin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li dijî faşîzma AKP’ê bi hezaran kes meşek meşaleyî li dar xistin.

Girseyê ku bi dirûşm, sirûd û meşaleyan meşiya, xwest ku wekîlên HDP’î, hevşaredar û girtiyên siyasî bêne berdan.

Di meşê de axaftin hatin kirin û ji Yekîtiya Ewropayê dankirinên li dijî dewleta Tirk hatin ziman.

Endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û dostên wan ji ber gavên şênber navêjin, li dijî welatên Rojavayî nerazîbûn nîşan dan.

Çalakgeran peyam dan ku heta wekîl û hevşaredarên girtî neyên berdan ew ê li qadan bin.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer û Komaleya Jinê ya Zîn meşek hat lidarxistin. Meşa a ku ji Place du Commerce dest pê kir heta pêşiya Şaredariya Nantesê dewam kir.

Di çalakiyê de ku li ber şaredariyê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir, heyetek ji çalakgeran bi rayedarên şaredariyê re civiyan.

Heyetê têkîldarî desteserkirina bi rêka qeyûman, girtina wekîlên HDP’î dosyayek radestî rayedaran kir.

Piştî têkîldarî hevdîtinê bi gel re agahî hat parvekirin, çalakî bi dirûşmeyên hat qendandin.

 

...