Li Bolûyê êşkence li girtiyên siyasî hate kirin
Li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa F a Bolûyê, êşkenceyeke giran li girtiyên siyasî hate kirin, kinc jî di nav de alavên wan ên şexsî hatin desteserkirin.
Li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa F a Bolûyê, êşkenceyeke giran li girtiyên siyasî hate kirin, kinc jî di nav de alavên wan ên şexsî hatin desteserkirin.
Raziye Eksîk ku çû dîtina kurê xwe yê girtî Bayram Eksîk, qala kiryarên li dijî mirovahiyê kir ku li kurê wî hatine kirin.
Bayram Eksîk li Mersînê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" sala 2012'an hatibû girtin û 36 sal (cezayê heta bi hetayê yê girankirî) lê hatibû birîn.
Eksîk 9 sal in li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Bolûyê bi rêk û pêk êşkence lê tê kirin.
Dayika Eksîk ê 32 salî Raziye Eksîk 4'ê Cotmehê çû dîtina kurê xwe.
Raziye Eksîk got, "Di hevdîtinê de girtî hemû bêhal bûn, destên wan dicirifî. Dema min ji kurê xwe pirsî, wî got; 'xwarina ku divê rojê sê caran bidin tenê 2 caran didin, êvarê jî ya ji ber taştê maye didin. Destûra sporê û derketina hewşê nadin'. Kurê min got, wan jî li deriyan dane ji bo vê rewşê şermezar bikin, lê piştre êşkenceyeke giran li wan hatiye kirin. Got, zexteke giran li wan tê kirin, bi şev diavêjin ser koxûşan, pirtûk, lênûsk û kincên wan hemû desteser kirine. Tenê kincên li xwe kirine, ew bi wan re mane. Vaye zivistan tê, kincên li ser wan wê çawa bişon, wê çawa ziwa bibin."
Raziye Eksîk diyar kir ku kurê wê gotiye, eger zexta giran dewam bike wê tevî hevalên xwe bikevin greva birçîbûnê.
Dayik Eksîk her wiha got, kurê wê û hevalên wî yên li koxûşê ji bo Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hate qetilkirin porê xwe qusandine û berxwedana gelê Îranê silav kirine.