Li paytextê Iraqê Bexdayê li dijî mizgeftek ya Şiiyan du êrîşên bombeyî pêkhatin û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku polîsên Bexdayê dayî, ragihandin ku li ber Mizgefta El Sadreyn ya nêzî noqteya polîsan ya kontrolê ya li taxa Zafaraniye ku piranî Şiî lê jiyan dikin bombe teqiyan.
Teqîna ku di dema ji nimêja înê derdiketin pêkhat de, 5 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 26 kes jî birîndar bûn.