Li Bernê ji bo Gulmen û Ozakça çalakî

Ji bo akademîsyen Nûriye Gulmen û mamosta Semîh Ozakça yên ku bi armanca protestokirina kesên bi BHQ’ê ji kar hatin derxistin ketibûn greva birçîbûnê û duh hatibûn girtin, li Bernê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Hevparên HDK’ê yên li ser banga HDK-Bernê, îro li pêşiya stsyona trenê ya navendê kom bûn, ji bo Nûriye Gulmen û Ozakça yên ku di roja 75’an a greva birçîbûnê de hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin, daxwaz hate kirin ku bên berdan û vegerin ser karê xwe.

Di çalakiya wêneyên Gulmen û Ozakça hate hildan de, piştî ku belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin û şûnde bi dawî bû.