Li Berlînê wêneyê mezin ê Ocalan hate vekirin!

Meşa bi tevlîbûna 20 hezar kesan zêdetir a li paytext Berlînê ku bi armanca piştgirîkirina berxwedana Efrînê hate lidarxistin dewam dike, li avahiyekê wêneyê mezin ê Ocalan hate daliqandin.

Li ser banga Îtifaqa Aştî û demokrasiyê ya ya li Efrînê xwepêşandanên girseyî ya li Berlînê hatin organîzekirin dom dike. Xwepêşandana bi navê “Ji Berlînê heta Efrîn pra aştî û demokrasiyê’ hate lidarxistin, beriya saetekê ji Qada Alexenderplatzê destpêkiribû.

Meşa ku bi hezaran Kurdan, Elman, Tirk, Ereb û welatiyên cuda cuda piştgirî kirin, li navçeya Mîtte ya navenda Berlînê dewam dike.

Di meşê de bi dirûşmên “Panzerên Elman ji Efrînê derkevin” û “Bijî Berxwedana Efrînê” dîsa ji bo protestokirina êrîşên bi tankên Elman a li Efrînê maketeke mezin a panzerekê hate hilgirtin, dema kum eş li ser avahiya Wezareta Karê Hundir re derbas dibû, li avahiyekê wêneyeke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû daliqandin.

Xwepêşanderên ku pankarta li ser “Ji Ocalan re azadî” hatibû nivîsîn dîtin, bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” û dirûşmên bi Elmanî yên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin qîr kirin.”Meşa bi tevlîbûna 20 hezar kesî û bi coş dom dike, wê li Qada Brandenbûrg Tor bi lidarxistina mîtîngekê ve bi dawî bibe.