Li Berlînê protesto: Wê Erdogan bikeve sergoya dîrokê

Li paytext Berlîn a Elmanyayê bi meşeke girseyî darbeya li dijî HDP’ê û êrîşên terorê yên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd hate protestokirin.

Di çalakiyên protestoyê de ku ji aliyê saziyên Jinên Kurd ên li Berlînê bi şiyara “Li dijî êrîşên bê sînor, berxwedana bêsînor” kolanên Berlînê bi dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” deng veda.

Li Hermanplatz a Berlînê di beşdariya 1500 kesan meşek hate lidarxistin. Di meşê de ji parlemeterên Partiya Çep a Elman Deî Lînke Andej Hunko û demokratên şoreşger ên Tirk û Elman jî cih girtin.

Meş li semtên Kreûtzberg û Neûkoln ên ku cihê herî zêde Kurd û Tirk lê dijîn hate lidarxistin. Di axaftinên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Elmanî hatin kirin de behsa faşîzma diktator Erdogan û rejîma AKP’ê yak u li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê didin meşandin kirin.

Li Navenda Kreûzberg a ku weke Stenbola biçûk jî tê binavkirin endamên SKYB û aktivîstê mafê mirovan Kamber Erkoçak axivî û wiha got: “Bê ku direng bikeve wêErdogan û faşîzma xwe bikevin sergoyên dîrokê. Jiber ku di dîrokê de faşîzma Elmaya, Îtalya û Jeponyayê jî bi ser neketin. Piştî sûcên giran ên dij mirovatiyê û şûn de dîsa ji aliyê mirovatiyê ve avêtin sergoya dîrokê. Wê aqûbeta faşîzma Erdogan û AKP’ê jî ne ji vê cûda be.

Çalakî piştî axaftinan û şûn de bi dirûşman ve bidawî bû.

...