Li paytexta Almanya, Berlînê komek xwendekarên zanîngehê, ji bo xwendekarên li Tirkiyeyê hatine girtin, kampanyaya bi navê “ka bihizire” dan destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de, xwendekar kart û nameyên piştgiriyê jî ji xwendekarên girtî re dişînin. Di afîş û pankarên li cihê stadan hatin vekirin de wiha tê gotin: “Ka bihize! Ji ber ku te pora xwe qusandiye, tu tê girtin; Bihizire ji ber ku te pûşî girêdaye, 11 sal cezayê girtîgehê dane te; Bihzire ji ber ku te bi zimanê xwe yê zikmakî stra gotiye tu ji propagandaya rêxisitna terorê tê darizandin”.
Stada yekemîn li Zanîngeha Alice-Salomon hat danîn. Di stadê de pankar hatin vekirin, tevî xwendekaran, endamên hîndekariyê jî eleqeyek baş nîşanî kampanyayê didin. Hin xwendekaran kart ji xwendekarên girtî re nivîsandin û piştgirî dan kampyayê.
Hat ragihandin ku dê kampanya li zanîngehên li bajarên din ên Almanyayê jî belav bibin.