Kurdistaniyên li Birîtanyayê jiyan dikin bi boneya 14’mîn salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Wezareta Karên Derve xwepêşandanek protestoyî pêkanîn.
Di pêşengtiya Federasyona Komeleyên Kurdan yên li Birîtanyayê (FED-BÎR) li ber Wezareta Derve ya Îngilîstanê ya li Westminsterê kombûn û çalakî pêkanîn. Di dawiya çalakiya ku qasî du demjimêran dom kir, dosyayek şandin Mêzeya Tirkiyeyê ya li Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê. Di dosyaya FED-BÎR û Meclîsa Jinên Roj hevpar amade kir de, komploya 9’ê Cotmehê, tecrîda giran û daxwazên azadiya Ocalan têde cih girtin.
Di mitîngê de bê navber sloganên bi zimanê Îngilîzî, Kurdî û Tirkî yên “Duh Mandela Îro Ocalan”, “Terorîst Tirkiye” hatin avêtin. Bi sedan belavok hatin belavkirin. Di belavokê de balkişande ser role Îngîltereyê yê di Komploya 9’ê Cotmehê de.