Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê, nêzî hezar kes li ber Konseya Ewropayê kom bûn û ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwestin.
Bi taybet ji Swîsre, başûrê Almanyayê û Strasbourgê bi sedan kes beşdarî mitînga li ber Konseya Ewropayê ya ku ji aliyê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî pêk hat bûn.
Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî, ya ku di -20 pileya sermaya zivistana 2011 de ji Cenevre heta Strabourgê rêya nêzî 450 meşiyan û li Strasbourgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dor 52 rojan berdewam kirin û ev bi mehan e nobeta azadiyê li ber Konseya Ewropyaê daye destpêkirin.
Nunerê BDP’ê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay, di mitînga ku bênber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re hatin gotin de axivî û bi bîr xist ku ji 25’ê Hezînraê ve li ber Konseya Ewropayê çalakiya nobetê tê lidarxistin. Yagizay da zanîn ku gelek parlementerên KE’yê hatine serdana çalakiya nobetê û diyar kir ku wana di vê çarçoveyê de bi belek saziyan re hevdîtin pêk anîne û dosyayan pêşkêş kirine, der barê nexşerêya çareseriyê ya Ocalan de agahî dane.
Yagizay destnîşan kir ku ev çalakiyê destkeftiyên girîng bi xwe re aniye û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku dê ev çalakî di demên pêş de zêdetir deng vede.
Ji endamên Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî, Fûat Kav ê ku di greva birçûbûnê ya 52 rojan dom kir de cih girtibû, axivî û diyar kir ku divê Ocalan bigihe azadiya xwe. Kav got, “Ji bo gelên Kurd û Tirk di nava aşitiyê û biratiyê de bijîn, divê Ocalan bigihe azadiya xwe.”
Kav bang li Kurdên li Ewropayê kirin ku zêdetir hewl bidin . Parêzer Mahmût Şakar jî bi bîr xist ku ji 27’ê Tîrmeha 2011 ve tu agahî ji Ocalan nehatiye girtin. Şakar destnîşan kir ku 401 roj in Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û got; “Ev 401 roj in cîhan li ber çavên wî hatiye girtin. Ocalan ne di statuya hukûmxwarî, di statuya dîlan de ye. Dîlgirtina Ocalan, tê wateya dîlgirtina gelê Kurd.”
Şakar bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê, tecawizên di Pozantiyê de û zarokên hatine kuştin û destnîşan kir ku Ewropa li hemberî van bê deng e û helwesta Ewropayê rexne kir.
Ji beşdarên greva birçîbûnê ya di meha adarê de Mecbure Oner, axaftinek kir û got; “Em vê roja aşitiyê bi hêviya aşitiyê dijîn” û li hemberî bedengiya zextên li ser Kurdên li Ewropayê jî nerazîbûn nîşan da.
Şaredara berê ya Qilabanê Şukran Sîncar bal kişand ku ji ber desteka ku Rojava rejîma AKP’ê tecrîda li ser Ocalan zêdetir dişidîne.
MEŞA DIRÊJ
Piştî mitîngê, saet di 15.00 de, bi beşdariy nêzî 200 ciwanên Kurd meşa Dirêj a ber bi bajarê Manheimê ve dest pê kir. Ciwanên dê heta 8’ê Îlonê çalakiya xwe biqedînin û beşdarî Mihrîcana Navneteweyî ya Çand û Hunerê ya Kurdan a li Manheimê bibin.