Li Barcelonayê ji bo piştevaniya Abdullah Ocalan wê konserek were lidarxistin
Li Barcelonayê ya ku paytexta Katalonyayê ye ji bo piştevaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî wê konserek were lidarxistin.
Li Barcelonayê ya ku paytexta Katalonyayê ye ji bo piştevaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî wê konserek were lidarxistin.
Di 28’ê Çileyê de li Barceloneyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî wê konserek were lidarxistin.
Siyasetmedarê Kurd Faruk Doru destnîşan kir ku konser bi piştevaniya dostên Kurdan, Platforma Azadî, Cîemen, komên piştevaniyê ên din, rêxistina civaka sivîl û partiyên siyasî ve tê lidarxistin û anî ziman ku di konserê de wê peyamên piştevaniyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên dayîn.
Siyasetmedar Faruk Dorû diyar kir ku ew ê konser bi dirûşmeya “Dona, Vida, Libertat! (Jin, Jiyan, Azadi!)” bi piştevaniya partiyên çep, sosyalîst û serbixwe ên parlemento û hikûmeta Katalonyayê li dar bixin û anî ziman ku hemû amadekariyên konserê temam bûne.
Ji Hunerkomê wê Diyar Dêrsim tevlî konsera piştevaniyê bibe. Her wiha hunermend Clara Peya, Ebri Knight, Las Bajas Pasiones, Lil Rusia, Adala û Mabel Flores wê derkevin ser dikê.
Konser wê 28’ê Çileyê saet di 19:00’an de li La Farga , Hospitalet de Llobregat were lidarxistin.
Agahiyên li ser konserê li ser vê malperê ye: