Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejna Noelê weke betlaneya fermî hat ragihandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya cejna Noelê 25’ê Kanûnê weke betlaneya fermî ragihand.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek bi hejmara 16’an weşand   

 Di biryarnameyê de wiha hat gotin:

1- Bi boneya cejna Noelê, roja yekşemê ku dikeve 25’ê Kanûna 2022’an hemû saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe betlane.

2- Biryar ji bo saziyên giştî ku divê bixebitin, ne derbasdar e.

3- Biryar ji bo aliyên hatine bibîrxistin dikeve meriyetê.

DI NAVA SALÊ DE BETLANEYÊN KU FERMÎ HATINE RAGIHANDIN

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di biryarnameya 18’ê Nîsanê de cejna Çarşema Sor a Êzidiyan, betlaneya fermî qebûl kir. Li gorî bîryarnameyê ji xeynî saziyên ku divê bixebitin, hemû saziyên fermî ên girêdayî Rêveberiya Xweser di 20’ê Nîsanê de bikevin betlaneyê.

Her wiha serxwebûna Sûriyeyê (17’ê Nîsana 1946) û cejna Suryanan (24’ê Nîsanê) betlaneya fermî hat ragihandin.

Di biryarnameya ku di 28ê Adarê de hat weşandin, Cejna Ekîta ku di 2’ê Nîsanê de ji aliyê Asûrî û Suryanan ve tê pîrozkirin, betlaneya fermî hat ragihandin.

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di biryarnameya 16’ê Adarê de, bi boneya Cejna Newrozê 21 û 22’ê Adarê ji bo hemû sazî û buroyan betlaneya fermî hat ragihandin.

Di biryarnameya 5’ê Adarê de, bi boneya Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê ji bo hemû sazî û yekîneyan betlaneya fermî hat ragihandin.