Serdozgeriya Komarê ya Amedê di bin navê ‘PKK/KCK’ê de li dijî DBP’ê operasyoneke qirkirina siyasî da destpêkirin. Di hema demê de li hemû avahiyên bajêr ên DBP’ê de lêgerîn hatin destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Amed di serî de li 9 bajarên Kurdistanê polîsan girtin ser avahiyên partiyê û malan.
Derbarê 15 kesan biryara destgîrkirinê hate dayîn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de rêveberên DBP’ê ya bajêr a Amedê Hayrettîn Altûn û Seval Gulmez, Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBP’a Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokê DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek, Hevserokên DBP’a Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Aslan, Hevserokê DBP’a Mêrdînê Şerafettîn Aslan, bi giştî 14 kes hatin destgîrkirin.
Li Agirî û Êlihê di nava avahiyên partiyê de lêgerîn didome. Hate diyarkirin derbarê hevserokên bajêr ên her du bajaran jî biryara destgîrkirinê hatiye dayîn.
Kesên hatine destgîrkirin wê îro bînin Amedê.