Li Bagcilarê ji bo Rojava û Ocalan konser
Li Bagcilarê ji bo Rojava û Ocalan konser
Li Bagcilarê ji bo Rojava û Ocalan konser
Navenda Çanda Med ji bo balê bikêşe ser komkujiyên li Rojava têne kirin û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konserek pêkanî.
Navenda Çanda Med ku li Bagcilara Stenbolê faliyetan dide meşandin, ji bo balê bikêşe ser komkujiyên li Rojava têne kirin û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konserek durist kirin. Di programa konsera ku li navenda Çandê pêkhat, gelek hunermend derketin ser dikê. Çalakiya ku eleqeyek mezin nîşandan, bideqîqeyek rêzgirtina kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Di konsera ku bênavber beşdarvana sloganên “Bijî Serok Apo”, “Gelê Rojava bitenê nîne” qîr kirin û sirûd xwendin.
Têkildarî ahengê xebatkarê Navenda Çanda Med Baran Bozyel axaftina vekirinê kir û Bozyel got: “Pêwîste em ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan bi hev re pêngavan biavêjîn.” Bozyelê ku behsa şoreşa Rojava jî kir diyarkir ku, “Li Rojava berxwedanekî biheybet heye. Komên çete bi alîkariya ku Tirkiye dide wan hewil dide şoreşa Rojava asteng bikin. Em vê komkujiyê şermezar dikîn û em dê hem di aliyê siyasî, manewî û hemû awayî piştgiriyê bidin gelê xwe.”
Piştî wê rêveberê Stenbolê yê BDP’ê Yûsûf Yalvaç axivî û got: “Îro ji bo Rojva roja hebûn û berxwedanê ye. Azadiya Rojava azadbûna her çar parçeyên Kurdistanê ye.” Yalvaç ji bo Rojava banga alîkariyê kir. Ahengê piştî axaftinan, bi derketina hunermendan ya ser dikê dewam kir.