Li ba ILO’yê giliyê Tirkiyeyê hate kirin

Li ba ILO’yê giliyê Tirkiyeyê hate kirin

Sendîkaya Karkerên Pîşeyî ya Gerdûnî IndustriALL, ji ber binpêkirina mafên civakî yên sendîkayan û polîtîkayên li dijî kedê û mexdurkirina kedkaran li cem Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) giliyê Tirkiyeyê kir. Hukûmeta AKP’ê peymana mafê civakî rawestand û 950 kargeh û 350 hezar karker mexdur kir.

IndustriALL, ragihand ku Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ya Tirk ji serê sala 2012 ve raye û belgeyên pêwîst nedane sendîkayan û bi vî awayî peymanên civakî bi awayeke fiîlî ji holê rakiriye. IndurstriALL ragihand ku her çendî hukûmeta Tirk Peymana Rêxistinkirin û Bazirganiya Civakî ya bi hejmara 98 mor kiriye, lê bi awyaeke aşkere hukûmetê peymana ILO’yê bin pê kiriye.

Sendîkaya Karkerên Pîşeyî ya Gerdûnî IndustriALL, ji ber binpêkirina mafên civakî yên sendîkayan û polîtîkayên li dijî kedê û mexdurkirina kedkaran li cem Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) giliyê Tirkiyeyê kir. Hukûmeta AKP’ê peymana mafê civakî rawestand û 950 kargeh û 350 hezar karker mexdur kir.

IndustriALL, ji ILO’yê xwest bi awayeke lezgîn vê rewşê lêkolîn bike, nirxandin pêwîst bike û xwebigihîne ecanaman.