Li Aydinê daxwaza hejmartinê ya Partiya Çepên Kesk 6 caran hat redkirin
Li Aydinê ji bo car din dengên nederbasdar werin hejmartin, Partiya Çepên Kesk serlêdan kiribûn, lê ev serlêdan 6 caran hatin redkirin.
Li Aydinê ji bo car din dengên nederbasdar werin hejmartin, Partiya Çepên Kesk serlêdan kiribûn, lê ev serlêdan 6 caran hatin redkirin.
Partiya Çepên Kesk li Aydinê ji bo 16 hezar û 60 dengên bo serokkomariyê û 20 hezar û 253 dengên bo parlamenteriyê nederbasdar hatine bikaranîn, serlêdan kiribû û xwestibû ku Desteya Hilbijartinê ya Bajêr li cihê ku hilbijêrên wan zêde ne jimartin ji nû ve bê kirin.
Lê belê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bi hinceta ku “delîlên şênber” tune, serlêdanên Partiya Çepên Kesk bi piraniya dengan 6 caran red kir.