Li Awûstralyayê ji bo nûçegihan Lelîkan civîn hate lidarxistin

Koma Awûstralyayiyan a ji bo Kurdistanê û Navenda Civaka Kurd, ji bo nûçegihan Rênas Lelîkan ku bi hinceta 'endamê PKK’ê ye' li Awûstralyayê tê darizanin, civînek li dar xistin.

Di civînê de hate xwestin ku Awûstralya PKK’ê ji 'lîsteya terorê' derxînin.

Civîn li avahiya Sendîkayan a Vîctorîa pêk hat û lîderê Partiya Keskan a Awûstûralyayê senator Rîchard Dî Natale, parêzera Lelîkan Jessî Smîth, senator Andrews Vîlkîe, Sekreterê Eydaleta Vîctorîa ya Sendîkaya Perwerdeya Bilind Colîn Long û endama NAVKURD'ê Başak Gel tevlî bûn.

Dî Natale li civînê axivî û bi bîr anîn, dema ku Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş plan dikir ku were Awûstralyayê hatiye girtin û got, "Kelecaniya me ya ku em wî bibînin nîvco hiştin". Dî Natale xwest wekîlên ku hatine girtin serbest werin berdan û got, ew ê di dema pêş de Demîrtaş ziyaret bike.

Dî Natale diyar kir li ser Kurdên ku li Awûstralyayê dijîn zext hene û şewitandina komeleya Melboûrnê bi bîr xist. Natele diyar kir ku ew ê hevgiriya xwe ya bi Kurdan re bidomînin.

Di civînê de profeseor John Trully jî axivî û got, tekane hêza ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn Kurd in û xwest doza li ser nûçegihan Lelîkan were rakirin.