Li Awûstralyayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Kurdên li bajarên Melboûrne û Sydney ê Awûstralyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon vedan.
Kurdên li bajarên Melboûrne û Sydney ê Awûstralyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon vedan.
Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Sydneyê ve hat organîzekirin, li Meydana Şaredariyê pêk hat. Awûstralyayiyan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan. Tevî rêveberên NAV-KURD'ê, nûnerên KNK'ê, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û dostên Kurd ên Awûstralyayî jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike û têkildarî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek belavok hatinb elavkirin.
MELBOÛRNE
Li bajarê Melboûrne jî, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Vîctorîa, ji bo du rojan kon veda. Çalakî duh bi xwepêşandaneke griseyî qediya. Tevî nûnerên saziyên Kurdan, gelek dostên Awûstralyayî tevlî çalakiya li meydana li pêşberî Pirtûkxaneya Dewletê pêk hat, bûn. Di çalakiya rojên În û Şemiyê hat lidarxisitn de, li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Di van belavokan de her wiha bang li raya giştî ya demokratîk, hikûmetên Ewropa, Yekîtiya Ewropa û Awûstralyayê hat kirin.