Li Antalyayê avahiya BDP’ê hat şewitandin

Li Antalyayê avahiya BDP’ê hat şewitandin

Li navçeya Kumlucayê ya Antalyayê avahiya Rêxistina BDP'ê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat şewitandin.

Li gorî agahiyan, avahiya BDP'ê ya li taxa Meydan a navçeya Kumlucayê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve camên wê hatin şkandin û hemû alavên wê şewitandin. Şêniyên apartmanê şewat dîtin û mudaxele li şewatê kirin û piştre jî agahî dan yekîneyên agirvemirandinê û polîsan. Polîsan di çarçoveya şewatê de lêpirsîn da destpêkirin û hate zanîn ku Serokê Rêxistina BDP'ê yê Kumlucayê Cuma Yaman di çarçoveya lêpirsînê de îfade dan.

Hate zanîn ku mehek berê jî tabelaya BDP'ê ya Kumlucayê hatibû jêvekirin û camên wê hatibûn şkandin.