Li Anatoliya Navîn di sala 2022’yan de herî kêm 78 girtî hatin qetilkirin
Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê rapora salane ya "Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn" eşkere kir. Hat diyarkirin ku li girtîgehan 2 jê zarok herî kêm 78 girtî hatine qetilkirin.
Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê rapora salane ya "Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn" eşkere kir. Hat diyarkirin ku li girtîgehan 2 jê zarok herî kêm 78 girtî hatine qetilkirin.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê di civîna ku li avahiya komeleyê pêk hat de "Rapora Herêma Anatoliya Navîn" a sala 2022'yan ku di nav de binpêkirinên mafan ên li girtîgehên li Herêma Anatolyaya Navîn jî hene bi raya giştî re parve kir. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, endamên Komîsyonê parêzer Umît Can Akbûlût û Mahîr Ûslû rapor eşkere kirin.
Rapor ji serlêdanên binpêkirinan a rasterast ên li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, hevdîtinên parêzeran ên li girtîgehan, nameyên ku girtiyan şandine û hevdîtinên bi malbatên xwe re hatiye amadekirin. Li gorî raporê di sala 2022’yan de herî kêm 78 girtiyan, li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.
LI GIRTÎGEHAN KOMKUJÎ
Di raporê de ku hat gotin 36 girtî ji ber nexweşiyên xwe jiyana xwe ji dest dane, hat destnîşankirin ku temenê yek ji girtiyên nexweş ji 70 salî û 4 girtiyan jî ji 80 salî mezintir e. Hate diyarkirin ku 6 girtiyên nexweş demek beriya jiyana xwe ji dest bidin serbest hatine berdan, sedema wefata girtiyekî ne diyar e, 16 girtî ber bi xwekuştinê ve hatine birin û hat parvekirin ku ji van girtiyan 2 jê zarok 17 salî û 2 jê jin 25 girtî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
ÎHD’ê di raporê de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî binpêkirinên mafan û darizandina adil û diyar kir Sîbel Balaç li Girtîgeha Sincanê 298 roj çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê kiriye û di 12’ê Cotmehê de hatiye berdan û li girtîgehên Sungurluya Çorûmê, Afyonê, Bafraya Samsûnê, Bolûyê, Eregliya Konyayê çalakiyên greva birçîbûnê hatine lidarxistin.
MAFÊ TENDURISTIYÊ
Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn herî kêm mafê tenduristiya 150 girtiyan hatiye binpêkirin û tedawiya girtiyan birêkûpêk nayê kirin û girtiyên nexweş nayên dermankirin.
ÊŞKENCE
Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2022’yan de li girtîgehên herêma navborî herî kêm 73 girtî bi êşkenceyê û muameleya xerab re rû bi rû mane û tê gotin hejmara girtiyên bi van sepanan re rû bi rû mane zêdetir e.
SIRGÛNKIRINA GIRTIYAN
Di raporê de hat diyarkirin ku yek ji xalên ku binpêkirinên mafan qewimî ye jî sirgûnkirina girtiyan e û rêveberiyên girtîgehan carna ji bo sirgûnê agahî didin girtiyan û caran jî qet agahî nadin wan û bêyî hincet girtiyan sewqî girtîgehên cuda tên kirin. Di raporê de hat gotin dema girtî tên sirgunkirin û alavên wan nayên radestkirin û girtî di dema sirgûnê de bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin.