Li Amedê ji du kesên rastî êrîşa bi kêr hatin yek mir

Li Amedê ji du kesên rastî êrîşa bi kêr hatin yek mir

Li navçeya Bismil a Amedê ji du kesên ku rastî êrîşa bi kêrê hatin yek mir.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Felek Çelebî ya 38 salî û Medenî Koç yê 23 salî ku li parqa taxa Kurtuluş dimeşiyan ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa bi kêrê hatin. Çelebî û Koç ku di bûyerê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê û piştre jî rakirin Amedê. Çelebî ya ku li Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcleyê xistin bin dermankirinê li gel hemû mudaxaleyan nehat rizgarkirin.