Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirinê de 4 endamên BES, Egitim Sen û Tum Bel Senê hatin binçavkirin.

Li Amedê, duh Sekreterê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Amedê Abbas Aslan, Endama Egîtîm Senê Fîgen Aras, Endamê Tum Bel Senê Hasan Kaya yê bi Biryarnameyên di Hûkmê Qanûnan (BHQ) de hat îxrackirin û xebatkara Şaredariya Rezanê Nerîman Yîgît di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.

4 kesên mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, li Midûryeta Bajêr a Amedê tên ragirtin.