Li Amedê 16 kes hatin girtin

Li Amedê di qirkirina siyasî de 16 kes hatin girtin.

Di 24’ê Gulanê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polîsan li Amed, Edene, Mersîn, Antalya, Stenbol û Êlihê bi ser gelek malan de girtibûn û 30 kes destgîr kiribûn. Duh ji van 30 kesan 16 jê derketibûn edliyeyê û 9 kes ji wan hatibûn girtin û 7 kes ji wan jî hatibûn berdan. Îro jî 14 kesên mayî derketin edliyeyê û 7 kes ji wan bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” hatin girtin û 7 kes ji wan jî hatin berdan. Bi vî awayî bi 9 kesên ku duh hatibûn girtin re hejmara kesên hatin girtin bû 16.

KESÊN HATINE GIRTIN

Kesên îro hatin girtin navê wan wiha ne: Abdûlbarî Mavlay, Beycan Taşkiran, Mehmet Atlihan, Alaattîn Zûgûrlî, Ozlem Noyan, Selvî Ok û Ramazan Kizilltepe.

Duh jî ev kes hatibûn girtin: Hevserokwekîlê HDP’a Amedê Îrfan Soner, rêveberê HDP’a Rezan Kemal Baran, Endamê Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê yê HDP’î Yûsûf Sekmen, rêveberên HDP’a Amedê Alî Îhsan Karahan û Abdûllah Arkan, Rêveberê DBP’ê Şahîn Tanriverdî, mamosteyê hatiye îxrackirin Firat Akdemîz û Engîn Ihlamûr.