Li Amed û Stenbolê 13 kes hatin binçavkirin
Li Amed û Stenbolê 13 kesên beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li Amed û Stenbolê 13 kesên beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li Amedê vê sibehê serdegirtin li gelek malan hate kirin. Bi sûcdariya "propagandaya rêxistinê" di pîrozbahiya Newrozê de kirine 6 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan yek ji kesên hatine binçavkirin jin a bi navê D.O. ye û navê 5 kesên din nehate hînbûn. Kesên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya li Amedê.
Li Stenbolê jî bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" di Newrozê de kirine 7 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya li bajarê Stenbolê.