Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hate pirsîn
Xizmên Windayan ên ku li Amed û Êlihê hatin cem hev li aqûbeta Tanîle Varujan û Îzzet Seven pirsîn.
Xizmên Windayan ên ku li Amed û Êlihê hatin cem hev li aqûbeta Tanîle Varujan û Îzzet Seven pirsîn.
Şaxa Komîsyona Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila Windakirî bên dîtin, kujerên wan bên darizandin” di hefteya 741’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windayan li ser bûn hate vekirin û aqûbeta helbestvan Tanîle Varujan hat pirsîn ku di sala 1915’an de hatibû windakirin.
Di çalakiya vê hefteyê di şexsê helbestvan Tanîel Varûjan de çîroka rewşenbîrên Ermen ên di Komkujiya Ermenan a 24’ê Nîsana 1915’an de hatin windakirin hate vegotin. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Denîz got “Me ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin” û serpêhatiya wan xwend.
Akdenîz, wiha got: “Bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê hikûmeta Îttîhat û Terakkiyê Talat Paşa, di 24’ê Nîsana 1915’an de operasyon hate destpêkirin. Li Stenbolê 250 rewşenbîrên Ermen bi gotina ‘Wê di nava saetekê de li mala xwe vegerin’ li malên xwe hatin destgîrkirin. Ji kêliya hatin destgîrkirin heta dawiyê ji aqûbeta van kesan hikûmet berpirsyar bû. Ev kes, di nava civaka Ermenan de kesên herî naskirî û pêşengên wan bûn. Di nav de parlamenter, nivîskar, helbestvan, parêzer, bijîşk, rojnamevan, muzîkolog, weşanger û siyasetmedar hebûn. Di civaka Osmaniyan de kesên herî aqilmend bûn.”
Akdenîz da zanîn ku kesên destgîrkirî ji ewil birin qereqolan û wiha pê de çû: “Piştre jî birin Girtîgeha Navendî. Di 25’ê Nîsana 1915’an de bêyî agahiyekê bidin wan, li Haydarpaşayê li trêneke taybet hatin siwarkirin û ber bi Enqereyê ve ketin rê. Koma ji 158 kesan pêk dihat li Çankiriyê, koma ji 92 kesan pêk dihat jî birin Ayaşê. Ji van mirovan 174 kes jê dema di bin çavdêriya jendirme û polîsan de, li daristanê bi hovane hatin qetilkirin. Cenazeyên wan li erdê hatin hiştin. Di qeydên fermî de tê gotin ku yan firar kirine yan jî hatine berdan. Windakirina rewşenbîrên Ermen, li ser vê xakê bû destpêka windakirinên komî.”
Akdenîz, axaftina xwe wiha domand: “Yek ji kesên di 24’ê Nîsanê de hatibû destgîrkirin jî helbestvan Tanîel Varujan bû. Varujan, di 20’ê Nîsana 1884’an de li gundê Pirkinîk ê Sêwasê ji dayik bû. piştî dibistana seretayî hate Stenbolê. Xwendekarekî jîr bû û ji bo perwerdeyê şandin Venedîkê. Di sala 1905’an de li Venedîkê mezûn bû û ji bo zanîngehê çû Belçîkayê. Li Zanîngeha Genkê di beşên wêje, civaknasî û aboriyê de perwerde dît. Li Belçîkayê sosyalîzm nas kir û bû parêzvanê wê. Di sala 1909’an de mezûn bû û hate Stenbolê. Di demekî kin de li derdora wêjevanan hat naskirin. Di 31 saliya xwe de bavê sê zarokan bû. Di 24’ê Nîsana 1915’an de li Apartmana Karavela ya li Kolana Pangalti Nalbantê hate destgîrkirin. Ew jî di nava koma di 25’ê Nîsana 1915’an de sewqî Çankiriyê hatin kirin de hebû. Bi hinceta ku wê bibin cem rewşenbîrên Ermen ên girtî, di 26’ê Tebaxa 1915’an de li gel 4 hevrêyên xwe yên din, di bin çavdêriya jendirme û polîsan de ber bi Çankiriyê ve ketin rê. Ji tecrûbeyên xwe yên berê dizanî ku ev rêwîtî, rêwîtiya mirinê ye. Lewma yên çûyîn ji yên mayîn re gotin; ‘Ji yên mayîn re bibêjin em diçin mirinê, bila li êtîmên me baş binêrin.’ Konvoy, nêzî gundê Tuney ê girêdayî Kalecîk a Enqereyê bû û komeke çeteyên bi organîze êrîşî wan kir. Lê jendirme û polîsan tenê temaşe kirin. Tanîel Varujan û 4 hevrêyên xwe bi hovane hatin qetilkirin, cil û bergên wan û pereyên wan hatin dizîn. Her wiha lênûska Varujan a xebatên nû jî pê re bû. Li gel wî, helbestên wî jî tune bûn.”
Di daxuyaniyê de di şexsê Varujan de ji bo hemû kesên hatin windakirin û bûne qurbaniyên cînayetên kiryarnediyar, çalakiya rûniştinê ya bi deqeyan hate lidarxistin.
ÊLIH
Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 577’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Rêya Gulistanê hatin ba hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hate vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îzzet Seven hate pirsîn ku di Nîsana sala 1998’an de li Êlihê hatibû windakirin.
Serpêhatiya Seven, ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner ve hate xwendin. Tanguner, wiha got: “Hevjîna Îzzet Seven, Emîn Seven got; ‘Hevjînê min li Midûriyeta Herêmê ya TUPRAŞ’ê dixebitî, kesekê di halê xwe de bû û diçû kar û piştre dihat malê. Tu fêhlên wî yên nebaş nebûn. Di Nîsana 1998’an de di wextê êvarê de nimêja xwe kir û piştre ji malê derket. Me dizanî ku diçû kar. Lê heta serê sibehê nehat malê. Li ser vê yekê me jî pirsa wî ji hevrêyên wî û kargeha wî kir. Gotin ku nehatiye kar. Me agahî da xizmên xwe. Lê kesekî nedîtibû. Di salên 90’î de li Êlihê her roj li kolanan mirov dihatin kuştin û revandin. Me bi awayekî nivîskî serî li cihên pêwîst da. Îfadeyên me stendin. Rayedarên emniyetê got ku, hevjînê min li cem wan nîne. Gotin; ‘Dibe ku rêxistina Hîzbûllahê ew revandibe.’ Mala min xera bûbû, zarokên min sêwî mabûn. Bi ser re gelek sal derbas bûn û ez her roj giriyam. Lê tu kes û tu sazî ji derdê me re nebûn çare. Heta ku Komeleya Mafên Mirovan çalakiya ‘Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ daye destpêkirin. Ev çalakî bo me bû cihê hêviyê. Me got belkî kesekî xwedî wijdan derkeve û agahiyekê bide. Me ev hêviya xwe hêj jî winda nekiriye.”
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.