Li Şehbayê li wesayîta leşkerî ya Rûsyayê hate xistin
Li Şehbayê bi bombeyan li wesayîteke leşkerî ya Rûsyayê hate xistin. Hate diyarkirin mirî û birîndar hene.
Li Şehbayê bi bombeyan li wesayîteke leşkerî ya Rûsyayê hate xistin. Hate diyarkirin mirî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin wesayîta zirxî ya leşkerî ya hêzên Rûsyayê di navbera gundên Herbel û Um Hoşê bûye hedefa êrîşan.
Nehate zanîn teqîn ji ber mayînê yan jî ji ber êrîşa hewayî hate kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta Tirk li wesayîtê daye. Derbarê mirî û birîndaran agahî nehatin bidestxistin.