Li Îzmîrê terora dewletê: 17 HDP'î hatin destgîrkirin

Li Îzmîrê di serdegirtina malan de ku li dijî HDP'iyan hate kirin, 17 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk bi hinceta parvekirinên li tevna dîjîtal avêtin ser malên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Li Îzmîrê di serdegirtinên malan de yên serê sibehê hatin kirin, hate ragihandin ku biryara destgîrkirina 20 kesî heye.

Di serdegirtinan de 17 kes hatin destgîrkirin. Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Torbaliyê Husnu Bîtîrmîş û Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Karabaglarê Şerafettîn Yetîm jî di nava yên destgîrkirî de ne.

Polîsên Tirk di dema serdetgirtinê de dest danîn ser malzemeyên dîjîtal.