Li Îzmîrê tecrîd hat protestokirin

Li Îzmîrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin. 2 endamên HDP’ê hatin destgîrkirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çîmentepeyê, xwest ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya navçeyê daxuyaniyê bide. Lê polîsan rêxistina navçeyê dorpêç kir, destûr neda ku daxuyanî bê dayîn û endamên HDP’ê derpkirin

Rêvebirê HDP’ê yê bajêr Mûrat Tûfan û Endamê Meclîsa Partiyê (PM) a HDP’ê Hacay Yilmaz bertek nîşanî êrîşê dan û dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê, bê êşkenceyê têk bibe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Li ser vê yekê polîsan her du endamên HDP’ê derpkirin û piştre destgîr kirin.

Her 2 HDP’iyiyên hatin destgîrkirin, birin Midûriyeta Şaxa Ewlekariyê ya Çankayayê.