Li Îzmîrê polîsan êrîşê çalakiya protestoyî kir, 50 kes destgîr kirin
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer, li Îzmîrê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Polîsên Tirk êrîşê çalakiyê kir û 50 kes destgîr kirin.
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer, li Îzmîrê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Polîsên Tirk êrîşê çalakiyê kir û 50 kes destgîr kirin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê bi Malbatên Girtî û Hukumxwarî re ya Egeyê (EGE-TÛHAYDER) li Qada Konakê çalakiyeke protestoyî li dar xist.
Çalakgeran xwest li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şer bimeşin û li ber Birca Saetê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan“ berz kir. Polîsan dor li çalakgeran girt û êrîş bir ser wan. Gelek kes bi êşkence û kelemçeya bi paşve hatin destgîrkirin.
Li gor agahiyên ku çavdêrên ÎHD’ê dan, herî kêm 50 kes hatine destgîrkirin. Girseyê tevî ku polîsan êrîş kir bi berzkirina dirûşma “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe“ li çalakiya xwe dewam kir.
Ciwanan bertek nîşanê êrîşa polîsan da û bi pankartên “Em ê faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin” ji îskeleyê ber bi Qada Konakê ve meşiyan.
Ciwanên ku gihiştin qadê, li vir bi êşkence hatin destgîrkirin. Di dema van êrîşan de, çalakger Hogir Kaya ji ser hişê xwe çû û ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bozyakayê.
Hat zanîn ku çalakgerên hatin destgîrkirin, wê bibin Midûriyeta Polîsan ya Çankayayê.
Her wiha polîsên Tirk nehiştin ku parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Feleknas Ûca li Qada Konakê daxuyaniyê bidin. Hat xwestin ku rojnamevên ku çalakî dişopandin, ji qadê bên dûrxistin.