Li Îzmîrê operasyona qirkirina siyasî: 6 ciwan hatin destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî de li Îzmîrê 6 ciwanên HDP'î hatin destgîrkirin.
Di operasyona qirkirina siyasî de li Îzmîrê 6 ciwanên HDP'î hatin destgîrkirin.
Li navçeya Menemen a Îzmîrê 6 ciwanên endamên Meclîsa Ciwanan a Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin destgîrkirin. Polîsan Ûgûr Yildiz, Mûstafa Yalçin, Emre Yalçin û Harûn Yakaç di hundirê wesayitê de û Abdûrrahîm Kaymaz û Ozkan Çakal jî li Menemenê li kargehekê destgîr kirin. Hate ragihandin ku di destgîrkirinê de camên kargehê hatine şikandin.
Hate ragihandin ku ciwanên hatin destgîrkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya bajarê Îzmîrê.