Li Îzmîrê girtin, li Enqereyê binçavkirin
Li Îzmîrê 6 kes hatin girtin, li Enqereyê jî gelek kes hatin binçavkirin. Li Wanê jî îfadeya kesên hatine binçavkirin li dozgeriyê tê girtin.
Li Îzmîrê 6 kes hatin girtin, li Enqereyê jî gelek kes hatin binçavkirin. Li Wanê jî îfadeya kesên hatine binçavkirin li dozgeriyê tê girtin.
Operasyonên girtin û binçavkirinê yên rejîma AKP/Qesra Erdogan dewam dikin.
ÎZMÎR
Li navçeya Torbali ya Îzmîrê, polîsên Tirk roja 18'ê Gulanê avêtibûn ser malan û 18 kesên endamê HDP'ê binçav kiribûn. Piştî ragirtina li emniyetê, 18 kes birin edliyeyê. Li dû lêpirsîna dozgeriyê, 6 ji 18 kesan bi îdîaya "Heqaret li Serokkomar kirine", "Heqaret li Ataturk kirine" û "Propaganda rêxistinê kirine" sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hatin kirin.
Piştî îfadeya li dadgehê, 6 kes bi heman îdîayê hatin girtin.
ENQERE
Piştî ku akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên 75 roj in di greva birçîbûnê de ne hatin binçavkirin, alîgirê wan li kolana Yukselê li hev civiyan. Lê belê polîsan êrîşî girseya gel kirin û hin ji welatiyan binçav kirin.
WAN
Di 11'ê Gulanê de li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê polîsan bi ser mal û avahiya DBP'ê de girtibû û 12 kes binçavkiribûn. Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Ahmet Aygun, nûnerê DBP'ê yê bajêr Necmî Varhan, Berdevkê KCD'ê yê Wanê Ramazan Dûman, endamên Meclîsa Jinan a DBP'ê Dersîm Ak, Miyaser Çelîk, Adnan Akti, Ozgur Bûlût, Mûrat Aladag, Camî Rahat û Hevseroka TUYAD-DER'a Wanê ya berê Aynûr Bagiş, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Bariş Koyûn, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê û rojnamevan Serhat Yarûk ên li midûryetê mafê bêdegiyê bikaranîn li dozgeriyê îfadeyên wan tê girtin.
Ji ber li ser dosyaya endamên DBP'ê biryara 'veşartî' heye, nayê zanîn bê ji ber ji hatine binçavkirin.