Li Îzmîr û Stenbolê 6 wesayit hatin şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Stenbol û Îzmîrê 6 wesayitên 'faşîstan' şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Stenbol û Îzmîrê 6 wesayitên 'faşîstan' şewitandine.
Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Dewleta Tirk a barbar ku aboriyê li qetilkirina Kurdan xerc dike wê li bajarên faşîst bi derbên tolhildanê yên Kurdan hilweşe."
Li gorî daxuyaniyê 16'ê Cotmehê li Tûzla ya Stenbolê wesayiteke servîsê, di 15 û 16'ê Cotmehê de jî li navçeyên Çeşme û Çîglî yên Îzmîrê 5 wesayit hatin şewitandin.