Li Îranê zext jî, berxwedan jî didome
Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî û êrîşên dewletê jî berdewan in.
Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî û êrîşên dewletê jî berdewan in.
4 meh bi ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket. Di çarçoveya çalakiyên protestoyî de, karkerên petrolê jî dest bi grevê kir. Karkerên petrolê yên li bajarê Îlam û Dêhloran ên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî nestandina heqdestên xwe dest bi grevê kir.
Karkerên petrolê yên li bajarên Xûzistan, Faris, Bûşehir û Bedir Abbasê jî ragihand ku dest bi grevê kiriye. Di daxuyaniya hevpar a li ser navê karkerên petrolê de jî wiha hat gotin: “Heta ku em mafên xwe bi dest dixin, wê çalakiyên me berdewam bin.“
Li bajarên Tehrab û Heft Hewizê jî meşên girseyî hatin lidarxistin. Di meşê de di navbera hêzên dewletê û gel de, pevçûn qewimî.
Çalakî berdewam in, çalakger tên destgîrkirin. Kesê bi navê Mensûr Hormûzî yê di komkujiya Înê ya li Sîstan û Belûcîstanê qewimî de birîndar bû, piştî têkoşîna xwe ya jiyanî ya bi 108 rojan duh jiyana xwe ji dest da.
DAXWAZA BIDARVEKIRINA JINA BERXWEDÊR HAT KIRIN
Dozeke din li Mozhgan Keshavarz a aktîvîsta mafên jinan û xwepêşandera kirina laçikê ji serê xwe, hat kirin û cezayê bidarvekirinê jê re hat xwestin. Keshavarz, meha Adarê ya sala 2022’yan laçika xwe ji serê xwe kir û vîdeo parve kir.
Serhildana gel li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku 16’ê Îlona 2022’yan dest pê kir, dikeve meha 6’an. Heta bi niha zêdeyê 500 kesî hatine qetilkirin. Bi hezaran kes hatin destgîrkirin û girtin. Girtîgehên Îranê mîna kolanan, veguherîne qadên berxwedanê û bi êşkence, destdirêjî û pêkanînên xirab behsa wan dibe. Li ser bertekan hin girtî bi kefaletê hatin berdan lê dîsa bi hincetên cuda bidarvekirin berdewam e.
DERHÊNERA BELGEFÎLMAN BI CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ Û QAMÇÎBÛYÎNÊ HAT CEZAKIRIN
Derhênera belgefîlman Mûjgan Îlanlû ya bi hinceta piştgirî daye xwepêşandanên protestoyî hat girtin, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve cezayê 9 sal û 9 meh ê girtîgehê û cezayê 74 qamçiyan lê hate birîn.
Her wiha dadgehê 80 milyon riyal pere, ceza da Îlanlû.
6 SAL CEZA LI ENDAMA SENDÎKAYA MAMOSTEYAN HAT BIRÎN
Endama Sendîkaya mamosteyan a li Îranê Sarah Siyahpûr jî bi 6 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin, derketina derve du salan lê hat qedexekirin, nikare bibe endamê partiyekê û înternetê bi kar bîne.