Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakî dewam dikin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li gel sermayê û zextê jî çalakî dewam dikin.

Di salvegera damezrandina Komara Kurdistanê de li Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên 'Jin, Jiyan, Azadî' bi rengekî girseyî dewam kirin.

Komek ji ciwanên Apoyî li Serdeşt û Mehabadê, bi wesîleya salvegera damezrandina Komara Mehabadê çalakî lidar xistin, diyar kirin ku wê li ser şopa Komara Kurdistanê bin û raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' bi ser bixînin.

Li Îranê jî li qadên cemaweriyê dirûşm hatin qîrîn û pankart hatin hildan.

Komek ji mirovên astengdar jî li Tehranê hikumeta Îbrahîm Reîsî şermezar kir ji ber ku budçeya taybet a ji bo astengdaran betal kiriye.

Li paytexta Fransa Parîsê, li paytexta Belçîka Brukselê û li bajarê Glasgow ê Skoçyayê, komek ji Îranî û Rojhilatê Kurdistanê çalakî lidar xistin, xwestin ku Muxafizên Şoreşê weke 'Rêxistina terorê' bê naskirin. Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi konvoyeke ji wesayitan li nava bajêr çalakî hate lidarxistin.

Kolektîfa 'Jin, Jiyan, Azadî' jî ragihand ku ji bo piştgiriya bi raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' wê di 28'ê Çileyê de li paytexta Îngilistan Londonê meşekê lidar bixe. Meş wê saet di 13:00 de ji ber BBC destpê bike û heta saet 16:00 dewam bike.