Li Îranê di çalakiyên derwêşan de 300 kes hatin binçavkirin
Li paytexta Îran Tehranê, binçavkirina derwêşekî hate şermezarkirin. Di çalakiyan de herî kêm 300 kes hatin binçavkirin.
Li paytexta Îran Tehranê, binçavkirina derwêşekî hate şermezarkirin. Di çalakiyan de herî kêm 300 kes hatin binçavkirin.
Çalakiyên protestoyî 19'ê Sibatê hatin kirin. Mûxafizên Şoreşê, hêzên Besîc ên paramîlîter û ajanên bi kincê sivîl, bi bombeyên gazê êrîşî çalakgeran kirin.
Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Tasnîm ku 20'ê Sibatê weşand, berdevkê hêzên ewlekariyê yên dewletê piştrast kir ku 300 kes hatine binçavkirin. Hate ragihandin ku di nava binçavkiriyan de jin jî hene û ew şandine girtîgeha Evînê ya li Tehranê.
Tê gotin, xwepêşandêr endamên terîqata Derwêşên Gonabadî ne. Endamên civata Derwêş Gonabadî dixwazin derwêş Neymatûllah Rîahî yê ku sibeha 18'ê Sibatê li Tehranê hate binçavkirin bê şert bê berdan.
Civata Gonabadî weke yek ji rêxistinên herî bi bandor ên sûfî yên li Îranê tê dîtin. Ev terîqat, hikumeta Îranê bi tacîz û cihêkariyê sûcdar dike. Beriya niha di dema Mahmûd Ahmedînecad de jîd i navbera sûfiyan û milîsên rejîmê de gelek caran şer derket.