Li Çewlikê otobusek wergeriya: 12 kes birîndar bûn
Li Çewlikê ji ber berf û pûkê otobusek wergeriya, 12 kes birîndar bûn.
Li Çewlikê ji ber berf û pûkê otobusek wergeriya, 12 kes birîndar bûn.
Di navbera Çewlik û Kanîreşê de otobusek wergeriya. Ji ber berf û pûkê, otobus ji kontrola ajovan derket û wergeriya.
Di qezayê de 12 kes birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyan. Hate diyarkirin rewşa birîndaran baş e.