Yekîneyên Midûriyeta Polîsan li Stenbol, Tekîrdag, Hezex, Wêranşar, Erxenî û Wanê hemwext di ser gelek malan de girtin. Di nav de BDP’yî jî heyî 17 kes binçav kirin.
Yenîneyên Midûriyeta polîsan serê sibê li navçeyên Avcilar ya Stenbolê, Çorlu û Çerkezkoya Tekîrdagê kesên bi navê Kerem Tosun, Necla Onhan, Mahmut Yaşut, Hulya Arslan, Hîlmi Ayyildiz û Nevzat Yeziz binçavkirin.
LI HEZEX ERXENÎ WÊRANŞAR Û WANÊ JÎ 11 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Hezexa Şirnexê 4 kesên bi navê Îbrahim Adibellî (38), Hasan Dogan (26), Fîkret Şakar (22) û Mehmet Sadik Kervanoglu (18) hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Hezexê. Li navçeya Erxeniyê jî polîsan di ser şaredariya Erxeniyê de girt û 4 kesên bi navê Zeynep Demîr, Seher Dayan, Hazal Kaçar û Sara Varoglu binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Erxeniyê. Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî polîsan di ser malên Gerînendeyê Hunerê ya Navenda Çanda Medê ya Wêranşarê Mehmet Karakiş, Denîz Terece de girt û binçavkirin. Polîsan li Wanê jî di ser mala Endama Meclîsa BDP'ê ya Wanê Guneş Sedef de girt û Sedef birin Amedê.