Li 5 bajaran 2 tesîs, kargehek û 4 wesayît hatin şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li 5 bajaran 2 tesîsên vegerandinê, kargehek û 4 wesayît şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li 5 bajaran 2 tesîsên vegerandinê, kargehek û 4 wesayît şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Rojê daxuyaniyek nivîskî da, anî ziman ku dijminahiya ziman, çand û dîroka gelê Kurd tê kirin û got: “Di roja îro de yên nûnertiyê dikin, partiya terorê ya AKP-MHP’ê û destekdarên wan in.”
Çalakiyên hatin kirin wiha ne:
“30’ê Hezîranê li Zîmîrê 2 wesayîtên ‘dijminên Kurdan’,
29’ê Hezîranê li navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê tesîsa vegerandinê ya Egdaş a MHP’iyan,
28’ê Hezîranê li herêma Pişesazî ya Îvedîk a Enqerê tesîsa vegerandinê ya AKP’iyan,
28’ê Hezîranê li navenda Rîze wesayîteke ya şexsekî AKP’î,
27’ê Hezîranê li navçeya Hendek a Sakarya li Herêma Pişesazî ya Organîze ya 2’an kargeheke ya alimînoymê,
27’ê Hezîranê li navçeya Fendîk a Antalyayê jî karavaneke ya kişandinê ya şexsê MHP’î hatiye şewitandin.”