Li 13 girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger

Li 13 girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ya girtiyên PKK’ê û PAJK’ê di roja 12’mîn de ye. Ji îro pê de dê girtiyên 13 girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger bidin berdewam kirin.

Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dijîn, di salvegera darbeya 12’ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirin.

Grevên birçîbûnê yên ji ber sedema duristkirina şert û mercên tenduristî-ewlekarî-azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li Îmralî ku dikeve meha 15’an, heman demê de pêkanînên zextewarî yên li ser zimanê Kurdî bêne rakirin girtiyên li Girtîgehên Amed E, Amed D, Bolû, Sêrt, Kandira 1 û Kandira 2 tevlî dibin.

Denîz Kaya rojên borî daxuyaniya ku dabûn de aşkera kiribû, li şûna dewlet bersivê bide van daxwaza, bi operasyonên leşkerî û siyasî pêvajoyê gurtir dike û her wiha balkişand ser polîtîkayên sirgûnkirinên girtiyan yên vê dawiyê zêde dibin. 6 girtîgehên ku heya niha di greva birçîbûnê de ne, 7 girtîgehên din jî biryar da ku tevlî greva birçîbûnê bibin.

Girtîgehên ji 24’ê Îlona 2012’an ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin evin: Girtîgehên Bakirkoye, Edîrne, Erzirom, Rîze, Mîdyat, Sîlîvrî û Mêrdîn.

Bigiştî 13 girtîgeh dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger dikin, komên girtiyên dijî biderneketina hevdîtinan piştgiriyê didin.