Leyla Zana û Erdogan hev dibînin

Leyla Zana û Erdogan hev dibînin

Hat ragihandin ku dê Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk bîne.

Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, daxwaza hevdîtinê ji Zana hat û Erdogan jî daxwazê qebûl kir. Hêjayê gotinê ye ku Leyla Zana, beriya demekê di hevpeyvînek li gel rojnameyek Tirk de diyar kiribû ku ew bawer dike ku dê Erdogan pirsgirêka Kurd çareser bike û vê yekê rê li ber gotûbêjan vekiribû. Erdogan jî diyar kiribû ku ew dikare hevdîtin bi Zana re pêk bîne.

Der barê dîroka hevdîtinê de agahî nehat dayîn.