Li Îzmîrê leşkerê binavê Hîtamî Yoruk li girtîgeha aydê Fermandariya Navendî mirî hate dîtin. Hate îdîakirin ku, Yoruk xwekuştiye.
Li Tirkiyeyê li ser mirinên bigûman yên leşkeran mirinek din jî zêde bû. Hîtamî Yoruk yê ku girtîgeha aydî Fermandariya Navendî ya Îzmîrê leşkertî dikir, mirî hate dîtin. Cenazeyê Yoruk şandin Saziya Tiba Edlî , piştî vekolînên dozgeriya leşkerî îdîakir ku, Yoruk xwekuştiye.
Li gorî daneyên Wezareta Parastina Netewî di 2,5 salên dawî de bigiştî 252 leşkeran li qişlayê di dema erkê de jiyana xwe ji dest dane. Ji vana mirina 175 kesan weke xwekujiyê hatin aşkera kirin.
Herî dawî duh, hate îdîakirin ku leşkerekî li yekîneya leşkerî ya li gundê Karahîsar ser bi navçeya Saray ya Wanê ve xwekuştiye.