Lêgerîna li navenda Giştî ya KESK'ê bi dawî bû

Lêgerîna li navenda Giştî ya KESK'ê bi dawî bû

Lêgerîna di çarçoveya operasyona bi navê "KCK'ê" li Navenda Giştî ya KESK'ê destpê kir bi dawî bû.

Lêgerîna li Navenda Giştî ya KESK'ê ya di çarçovaya operasyona bi navê "KCK'ê" de destpê kiribû bi dawî bû. Di çarçoveya lêgerînê de hard dîsk komputora odeya Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen hate kopîkirin. Di lêgerînê de gelek belge jî hatin destserkirin. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turdogan jî diyar kir ku, di biryara binçavkirin û lêgerînê de şûna dozger îmzaya dadger hebû û wiha got: "Ev yekê li dijî hiqûqê ye. Rêbeza li tu welatên cîhanê tuneyî li Tirkiyeyê tê pêk anîn. Ev yekê encama dadgehên bi rayeya taybete. Tu sûdê van tuneye. Saleke şopandina teknîkî û guhdariyê dikin."