Rojnameya Frensî Le Figaro diyar kir ku sedema çalakiyên Tirkiyeyên yên li hemberî Sûriyeyê ji faktura Kurdan û bal kişand ku dibe êrîşa bi wesayîta bombe lê hatibû barkirin û li Qamişloyê hate teqandin, ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibe organîzekirin.
Rojnameya Le Fagiro ku li Franseyê xwedî trajek mezin e, bombebarana artêşa Tirk a piştî topa li Akçakaleyê ket, li dijî axa Sûriyeyê pêk anî weke “Hişyariyek tund a ji aliyê Tirkiyeyê ve” bi nav kir û destnîşan kir ku beriya her tiştê sedema van çalakiyên Tirkiyeyê yên li hemberî Sûriyeyê, faktûra Kurd e.
Di nivîsa bi îmzeya Georges Malbrunot de, hat diyarkirin ku Kurdan li “bakûrê Sûriyeyê” (Rojavayê Kurdistanê) rêveberiyên gelek herêman bi dest xistin û hat diyarkirin ku Tirkiye ji van pêşketinên li vir diqewime bi fikar e.
Rojnameyê bi bîr xist ku Tirkiye PYD bi girêdana bi PKK’ê re tanwan bar dike û diyar kir ku di 2’yê cotmehê de, artêşa Tirk li hemberî yekînyên dewriyeyê yên YPG’ê yên li ser sînor, gulebaran pêk anî û di encamê de endamek YPG’ê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.
Ji muxalîfên Kurd ên li Parîsê Xalid Îsa ji rojnameyê re axivî û got; “Tirk naxwazin Kurd ne ‘stratejiya Beşar û ne jî ya Artêşa Sûriyeya Azadî” bimeşînin.”
Rojnameyê nivîsand ku Kurdan di van demên dawiyê de ji raperînên li Sûriyeyê sûd wergirtine û yekîneyên Sûriyeyê ji kelehên xwe dûr xistine, lê Kurd xwe nêzî Artêşa Azad a Sûriyeyê jî nakin. Rojnameyê diyar kir ku dê Rojavayê Kurdistanê bibe “Bargeha li pişt Kurdên Tirkiyeyê” û nivîsand ku hebûna “Herêma Kurdên Sûriyeyê” Tirkiyeyê dilxweş nake.
Xalid Îsa dibêje; “Tirkye dê li hemberî Şamê şantajê bike, weke di demên berê de kir” û dibêje ku ew bawer nake ku Tirkiye stratejiya xwe ya li hemberî Sûriyeyê ji binî ve biguherîne. Ango Tirkiye dê alîkarî bide serhildêran, kontrola li ser sînor xurt bike, lê bawer nakim ku destwerdana leşkerî pêk bîne.”
Rojnameyê da zanîn; “Enqere ji serhildêr nikarin li bajarê Heleb ê li bakûrê Sûriyeyê ber bi pêşde biçin, bi guman e” û îşaret pê kir ku li pişt teqîna li Qamişloyê pêk hat Enqere heye.
Rojnameyê got; “Êrîşa xwekujî ya ku hefteya borî li bajarê Kurdên Sûriyeyî Qamişloyê pêk hat, dibe bi destê îstîxbarata Tirkan a ku tevna wê ya li welatên cîran xurt e hatibe kirin.”
Di 30’yê îlonê de li navenda Qamişloyê teqînek mezin pêk hat û di enamê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan, 81 kes jî birîndar bûn.
Le Figara got; “Divê rayedarên Tirk ên li dijî Şamê, hesabê Îranê jî bikin. Tehran ji Enqereyê re ragihand ku ger Tirkiye li hemberî Sûriyeyê êrîşeke leşkerî li dar bixe, ev yek tê wê wateyê ku xeta sor a derbas kiriye.”