Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, derbarê niqaşên destnedayîna parlementeran de axivî û wiha bang li Erdogan kir: "Hez dikin dest bidin, hez dikin dest nedin. Em her tim li virin. Dema em ji dayîka xwe bûn em nedest dayî nebûn. Wekî kedkar û karkeran Mafê me hate binpêkirin. Hûn dikarin dest bidin me, lê Tayîp Erdogan em jî dest bidin we, dest bidin hikumeta we.”
Li Mêrsînê biboneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê gelek şahî hatin lidarxistin. Şahiyên ku di pêşengiya Meclîsa HDK'ê de pêk hatin, gelek kes amade bûn. Di şahiya Parka Aştiyê ya navçeya Mezitliyê pêk hat de Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl yên civakî û gelek kesên din amade bûn. Girseya ku di nav de hunermend û rewşenbîr jî hebûn balonên li ser "Em aştiyê dixwazin" firandin hewayê. Komê pişt re ji Qada Aştiyê heta Qada Cumhuriyetê ya Mêrsînê bi bisikletlan meşiyan. Komê piştî meşa saetekê ku di bin dorpêça polîsan de pêk hat heta salona amfîyê meşiyan.
'BAŞE HÛN NIKARIN TÊKEVIN SÛRIYEYÊ'
Parlementer Kurkçu, helwest û feraseta Serokwesîr Erdogan rexne kir û anî ziman ku, her çend dibêje ew dê pirsgirêkan çareser bikin û xilas bikin jî ew bi xwe dibin pirsgirêk û pirsgirêkên din ava dikin. Kurkçu destnîşan kir ku, Erdogan dixwaze Tirkiyeyê bajo nava şer û wiha got: "Em qet destûr nadin ku Tirkiye têkeve nava şer. Hikûmeta Tirkiyeyê pir dixwaze ku ji bilî axa Tirkiyeyê di nava axa sînorê Sûriye, Iraq, Îran, Ermenîstan û Yewnenîstanê de ala xwe bilind bike. Ji ber vê yekê her tim rê li pêşiya şer vedike. Lê Tirkiye nikare têkeve Sûriyeyê. Pêşketinên li Sûriyeyê dê aştiyê bîne Tirkiyeyê.
'TIRKIYE DESTKEFTIYÊN KURDAN TEHEMUL NAKE'
Kurkçu da zanîn ku, tirsa Tirkiye ya herî mezin ewe ku Kurd piştî serkeftina Sûriyeyê li Tirkiyeyê jî gelek tiştên nû bi dest bixin.
'DÎKTATORIYA ERDOGAN DÊ HILWEŞE'
Kurkçu destnîşan kir ku, roj bi roj BDP û HDK mezin dibe û êdî bêtir ji aliyê gel ve tê qebûl kirin. Kurkçu da zanîn ku, dijberî vê yekê hikûmeta AKP'ê jî her ku diçe hêzê winda dike û Dîktatoriya AKP'ê jî dê hilweşe. Kurkçu li ser armanc û xebata HDK'ê jî rawestiya û wiha got: "HDK ji bo parastina xwezayê ji bo mafê ked û azadiyê xebatê dimeşîne. Li dijî şer ji bo aştiyê dê dikoşe. Ji ber polîtîkayên xirab yên AKP'ê û Erdogan li Tirkiyeyê BDP û HDK mezin dibe."
Kurkçu, bal kişand ser helwesta Erdogan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hez dikin dest bidin, hez dikin dest nedin. Em her tim li virin. Dema em ji dayîka xwe bûn em nedestdayî nebûn. Wekî kedkar û karkeran Mafê me hate binpêkirin. Hûn dikarin dest bidin me, lê Tayîp Erdogan em jî dest bidin we, dest bidin hikumeta we.”
Şahî bi starên Pinar Aydinlar, Kadir Çat û Badia Hasan xilas bû.