Ji berdevkên Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) û Parlementerên BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ji bo beşdarî konferansekê bibe, hate Swêdê û bi rêveberên rêxistina girseyî, parlementerên partiyên Çepgir û Keskan re hevdîtin pêk anî. Kurkçu weke axaftvan beşdarî panela li Navenda Perwerdehiyê ya Karkeran bû û der barê xebatên HDK, pêşketinên li Kurdistan û Tirkiyeyê de agahî da.
Kurkçu çû serdana Komeleya Çandê ya Kurdan, Navenda Çandê ya Asuriyan û Navenda Çandê ya Elewiyan û bi wana re civînên cûda pêk anî. Kurkçu bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a bawerî û gelên cûda û bang li Elewiyan û Suriyaniyan kir ku piştgirî bidin gelê Kurd ê ku ji bo nasname û statuya xwe têdikoşe û ji bo vê yekê beşdarî nava refên HDK’ê bibin.
Kurkçu destnîşan kir ku polîtîkayên hukûmetê yên li derve “sifir pirsgirêk” û li hundir pirsgirêka Kurd îflas kirine û diyar kir ku AKP dengên xwe wenda dike, xwe bi hêz dike, ji ber ku dengên BDP’ê gihiştiye ji sedî 8 lewra AKP ketiye nava xof û tirsê.
Parlementerê BDP’ê Kurkçû diyar kir ku ji bo bikarin dawî li êrîşan bibînin , divê çeperên nû bêne qezençkirin û ji bo vê yekê jî divê hemû Kurd, Elewî, Suryanî û kedkar bi hev re tevbigerin. Kurkçu û banga têkoşîna hevpar kir.
Kurkçu da zanîn ku berxwedan û serhildana ku Kurdan li hemberî înkarê daye destpêkirin, îlhamê daye hemû bindest û gelên li Tirkiyeyê û got ku Elewî ji vê têkoşînê bandor bûne û daxwazên xwe anîne rojevê. Kurkçu diyar kir ku Laz jî bi heman awayî, her ku diçin têkoşîna xwe xurtir dikin.
Kurkçu da zanîn ku ew bi piranî ji bi dengên gelê Kurd hatine hilbijartin, lê ew nunertiya hemû bindestan dikin û Kurkçu destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke ye û li benda çareseriyê ye û ji bo jî ew têkoşîna aşitiyê dimeşînin.