Kurkçu: Dewlet bi xwe çete ye
Serokê Giştî yê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu got, ''Gotin a civakê ye, tiştekî ku dewlet bibêje nîne. Jixwe dewlet bi xwe çete ye'' û got peywir dikeve ser derdorê radîkal a muxalefeta demokratîk.
Serokê Giştî yê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu got, ''Gotin a civakê ye, tiştekî ku dewlet bibêje nîne. Jixwe dewlet bi xwe çete ye'' û got peywir dikeve ser derdorê radîkal a muxalefeta demokratîk.
Serokê Giştî yê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu îşaret bi rastiya dewlet-çete kir, ku bi mikurhatinên çeteyê Tirk Sedat Peker derketî holê, diyar kir hikûmeta Tirk li bara van îfşakirinan ketiye zorê û ji bo ku tevnegerin hazir in ku mirovan çavtirsandî bikin û wiha domand: ''Lê ji nav xwe pir qels in, ji ber ku riziyane. Li pêşberî me hikûmeteke wiha heye ku hemû bi hev ketine. Ji ber vê pevketina navxwe têkoşîn hêsantir dibe, lê diyar e ku Qesr wê xwe çavsorî bike. ''
Kurkçu got di bingehê meseleyê de nedana bersiveke erênî ya li meseleya Kurd heye û got, ''Ji bo ku hûn statûya mêtingeriyê ya li Kurdistanê bidomînin hûn hewceyî zorê ne, hewceyî vê avaniyê ne ku xwe dispêrê zorê, ji bo ku hûn hewceyî vê ne, hewceyî xebatên çeteyî ne, heke hûn hewceyî xebatên çeteyî bin hewceyî çeteyan in jî.''
Kurkçu li ser gotina 'çeteyan dewlet hêsîr kirine'' jî got,'' tiştekî wiha nîne çeteyan dewlet hêsîr nekirine, her tişt bi tercîha siyasî ya hikûmetan dibe.''
Kurkuçu bingehê avaniya çete ya dîrokî li ser Teşkîlat-i Mahsûsa ya Partiya Îttîhat û Terakkî danî, bi bîr xist ku vê qirkirina Pontus, Ermeniyan kiriye û muxlefeta navxwe jî serkut kiriye.
Kurkçu wiha got: ''Em behsa teşkîlateke wiha berfireh dikin ku siyaseta dewletê ne bi mekanîzmayên pejirandinê lê ji bo ku bi zorê rê ve bibe hemû karê qirêjî pê dide kirin. Pêvajoya heta îro hatî ji vir dest pê kir û dema komarê di pêvajoya serkutkirina serhildanê Kurd de di nav hemû prokasyonan de cih girtin.''
Kurkçu bi berdewmî diyar kir avaniya ku hatiye serdema niha piiştî 1948'an, piştî ku Tirkiye bûye endamê NATO'yê ketiye dilqekî nû, DYE rojên beriya Şerê Cîhanê yê Duyan hebûna tevgera panturkîst /faşîst ji bo ku tevlî kampanyaya antîkomunîst a NATO'yê bike bi kar aniye, wan jî ji bo ku li nav dewletê xurt bibin û ji civakê berbelavî dewletê bibin bi NATO'yê re têkilî danîne û got, ''Li vir navê kilît Alparslan Turkeş e.''
Kurkçu got, ''Turkeş hem hêmanekî Nazî ye, hem navekî li pişt perdeyê ya operasyona Gladîo ya DYEYê ye û li Tirkiyê peywir danê ku xwedêgiravî li dijî dagirkeriya Sowyetan ji bo ku dewletê û welêt biparêze, peywir danê ku teşkîlateke sivîl ava bike ku şerê ne nîzamî bike. ''
Kurkçu got MHP'ê tecrûbeya Teşkîlat-i Mahsûsa, tecrûbeya wê ya qirkirinê li ser serhildanên Kurd, tecrûbeya wê ya li ser serhildanê Kurdan bi rengê komkujiya li jiyana sivîl şîrove kiriye û weke şebekeyeke kuştinê ya zik hev de heta bi îro aniye.
Kurkçu bal kişande ser kuştinên avaniya çete ya Tirk û got, ''Ên ku li bûroya wî li Akin Bîrdal reşandin, Hrant Dînk kuştin, suîkast li Mûsa Anter kirin ev in. Va derdikeve holê, yên ku Kutlu Adalî jî li Qibrisê kuştin ev bûn. Bi kurtasî li dijî dagrikeriya mêtinger/dagirker kî li ber xwe bide, ji bo ku wan bêkêr bikin yên ku tevdigerin ev in.''
Kurkçu qezaya Sûsûrlukê bi bîr xist û got, ''Qezaya Sûsûrlukê, ew qezaya ku deşîfre kirî mirovên ku di şertên normal de ne pêkan bûn bêne cem hev, hatibûn cem hev, kir ku hemû kêzîn biteqe û derkete holê di serê vê kêzînê de Wezîrê Navxwe bixwe, Mehmet Agar hebû.Ên ku kujerên faşîst bi pasaportên dîplomatîk birin Azerbayancanê û hewl dan ku darbe bikin, li hundir bi hevkariya MÎT'ê li ser pereyên qeçaxiyan rûniştin, ên ku karsaziyên Kurd ji holê radikirin, reqabeta navxwe bi kuştinê hal dikin, bi rêya JÎTEM-Hîzbûllahê hewl didin ku li Kurdistanê welatparêzên dîndar û sekuler ji holê rakin, her dever dikirin gola xwînê ev bûn.''
Têkilî qezaya Sûsûrlukê Kurkçu wiha pê de çû: ''Piştî qezaya Sûsûrlukê ji bo ku lêkolîna vê were kirin Serokwezîr Mesût Yilmaz Serokê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê Kutlu Savaş peywirdar kir. Kutlu Savaş jî bi raporekê derket holê. Li wir jixwe nivîsiye, ''ev mesele bi tercîheke siyasî dest pê kir.'' Niha tê gotin, ''çeteyan dewlet hêsîr kirine'', na, ti çete nînin ku dewlet hêsîr kiribin, hikûmet biryarê li ser dide ku vê avaniya çete bi kar bîne.''
Kurkçu avaniya çete şibandine 'cîhaz'ekê û got, ''Tayyîp Erdogan jî biryar li ser da ku vê sazkar bie, qedroyên li ser serê vê cîhazê disekin jî ketin dewrê û bi hev re rejîmeke nû ava kirin. Ji ber vê, çeteyan dewlet hêsîr negirtiye, çeteyên domdar ên dewletê hene. Ev 40 sal in ev hene û karê wan bi cih tînin.''
Serokê Rûmetê yê Giştî yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu bi domdarî got ,''Zilamê ku li idjî Akademîsyenên Aştiyê mîtîng pê dane kirin û gotî,'ez ê xwîna we vexwim'', got, ''Ji bo ku atmosfera tirsê were çêkirin ev peywir dane min û min jî kir''. Rast e, Tayyîp Erdogan atmosfera tirsê çêkir. 2015-2016 bi van derbas bû. Ji ber vê, çete neketine dewletê, dewlet her dem vê mekanîzmayê sazkar dihêle'' û domand, ''Dewlet beriya her tiştî hêza polîtîk a li desthilatê ye. Dema ku hêza polîtîk a li desthilatê ragihand ku ew şêwazên wiha naecibîne tiştên wiha wê ji holê rabin û pêkan e ku bikeve rêyeke dî. Helbet ji ber ku dewlet amûra hevpar a serweriyê ye, hin kes wê li dijî derkevin lê her tişt bi hikûmetê dest pê dike. Gotin a civakê ye, tiştek nîne ku dewlet bibêje. Ji ber ku dewlet bixwe çete ye, Sedat Peker dewlet e. Ew dewletê, ji kesên nav dewletê çêtir vedibêje.''
Kurkçu bi domdarî got,'' Li vir gotin dikeve ser derdorên radîkal ên muxalefeta demokratîk û bi min divê ev gotin were danîn, şopandin.''
Serokê Rûmetê yê Giştî yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu diyar kir hikûmeta Tirk li bara van îfşakirinan ketiye zorê û ji bo ku tevnegerin hazir in ku mirovan çavtirsandî bikin û wiha domand: ''Lê ji nav xwe pir qels in, ji ber ku riziyne. Li pêşberî me hikûmeyeke wiha heye ku hemû bi hev ketine. Ji ber vê pevketina navxwe têkoşîn hêsantir dibe, lê diyar e ku Qesr wê xwe çavsorî bike. ''