Kurkçu: Bila Komîsyona Girtîgehan ya TBMM'ê biçe Îmraliyê

Kurkçu: Bila Komîsyona Girtîgehan ya TBMM'ê biçe Îmraliyê

Parlementerê BDP'a Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu, ji bo Komîsyona Jêr ya Girtîgehan ku girêdayî Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan ya TBMM'ê ye, têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan biçe Îmraliyê daxwazname da.

Parlementerê BDP'a Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu, çû serdana Komîsyona Jêr ya Girtîgehan ku girêdayî Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan ya TBMM'ê ye û ji bo komîsyon têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan biçe Îmraliyê daxwazname da. Kurkçu di malpera xwe de daxwaznameyê weşand. Di daxwaznameyê de tê bîrxistin ku Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û 5 hikumxwarên li Îmraliyê nêzî saleke ji ber hinceta "Koster xirabe ye", "Hewa ne başe" nikarin bi malbat û parêzerên xwe hevdîtin pêk bînin û wiha hate gotin: "Bi taybet jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin di nava gelê Kurd de dibe sedema acizbûn û hêrsbûnê.

Heta niha 4 kes ji bo şermezarkirina tecrîdê bedenên xwe daye ber agir û bi seden girtî û hikumxwar grevên birçîbûnê didomînin. Bi van ve girêdayî di demên dawî de Serokê Giştî ya MHP'ê Devlet Bahçelî daxuyaniyên wekî Ocalan ji Îmraliyê birine dide û hikumetê sûcdar dike. Li hemberî van tiştan komîsyona me nikare wekî tiştekî tuneye tev bigere. Di çarçoveya peywira xwe divê komîsyon biçe Îmraliyê û ji bo rastî derkevin holê lêkolîn bike. Ji ber van divê komîsyon berî meclîs bikeve betlanê biçe Îmraliyê."

Kurkçu tevî daxwaznameya xwe daxuyaniyên Devlet Bahçelî û nûçeyên derbarê kesên ji bo şermezarkirina tecrîda xwe şewitandin jî da komîsyonê.