Kurdistaniyên li Swîsreyê ji bo Mexmûrê wê dakevin qadan

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li dijî êrîşên li ser Mexmûrê bang li gel kirin ku li gelek bajaran dakevin qadan.

Kurdên li Swîsreyê li dijî hewldana dorpêçkirina artêşa Iraqê ya li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê, wê li gelek bajaran dakevin qadan.

CDK-S û YJK-S'ê bang li meclîsên gelê Kurd û dostên Kurdan kirin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mexmûr ku tê xwestin ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve bi telan bê dorpêçkirin, armanc valakirina wargehê ye."

Her du saziyên Kurdistanî bi bîr xist ku gelê Mexmûrê ev 3 roj in di berxwedanê de ye û banga "Ji bo rawestandina hewldana dorpêçkirina Mexmûrê, divê gelê me li qadan di nava seferberiyê de be" kir.

Çalakiyên ku wê roja duşemê li Swîsreyê bên lidarxistin wiha ne:

Zurih

Hauptbahnhof, saet: 18.00

Cenevre

Place des Nations - li ber NY saet: 16.30

Winterthur

Bahnhofplatz, saet: 19.00

Basel

Bahnhofplatz, saet: 18.00

Luzern

Bahnhofplatz, saet: 18.00